Berdevka HDP: Danîna qeyûman bo şaredariyan, dijminatiya li hember kurdên Tirkiyê ye
Berdevka partiya Demokratîka Gelan( HDP) weke berteka li hember kiryara dewleta vî welatî ya wêdebirina şaredarên kurd ji aliyê Wezareta navxwe ya Tirkiyê got: Danîna qeyûman bo şaredariya, dijminatiya eşkera li hember kurdên Tirkiyê ye.
Berdevka HDP kivşkirina qeyûman bo şaredariyên kurd rexne kir û destnîşan kir: Kivşkirina qeyûman bo şaredariya dijminatiya li hember kurdên Tirkiyê ye. Kesên ku ev biryar dane ji gotinên me aciz dibin lê bi rastî xelkê me di fikra canê xwe de ne û ew jî li dû berjewendiyên xwe. Di van rojên dijwar de 8 şaredarên me wêde birin û dewsa wan qeyûm danîn. Ez carekî din radighînim navê vî karî dijminatiya li hember kurdan e.
Êbrû Gûnay, berdevka HDP bal kişand ser berçavnegirtina tivdîrên kêrhatî ji aliyê hikûmeta Tirkiyê bona kontrolkirina vîrûsa koronayê û got: Li halkeê ku cîhan hemî li halê girtina pêşiay vîrûsa koronayê ne, AKP diyar nîne mijûlî çi karî ye. Wê got: Ger hikûmeta Tirkiyê tedbîrên kêrhatî negre welatiyên me dê rastî karesateka mezin werin.
Berdevka HDP di dewama gotinên xwe de destnîşan kir: Riya herî kêrhatî bona kontrolkirina vîrûsa koronayê mayîna li malê ye , lê hikûmeta Tirkiyê li vê barê tu karekî nake. Hikûmeta Tirkiyê rewşê bo mayîna welatiyan li malê dabîn anke. Ger qirar be sermala ku xelk didin bo xelkê bi xwe neyê xebtandin, kêrî çi tê? Ger hikûmeta dilsojê xelkê ba ger derdê wan xizan û karkir bana, îro rojê bo proja kanala Stembolê civînli darnedixstin.