Li Tirkiyê hejmara kesên bi Koronayê mirine gihişt 75 kesan
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê ragihand ku li vî welatî hejmara kesên bi Vîrûsa Korona canê xwe ji dest dan e gihîşt 75 kesan û hejmara pêketiyan jî gihîşt 3 629 kesan.
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fexredîn Koca li hejmara xwe ya taybet li Twîtterê, dawîn amarên derbarê vîrusa Koronayê (COVID-19) belav kirin.
Li Tirkiyê hejmara kesên bi Vîrûsa Korona canê xwe ji dest dan e gihîşt 75 kesan û hejmara pêketiyan jî gihîşt 3 629 kesan.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca da xuyakirin, îro 7 hezar û 286 testên Vîrûsa Korona encam dane û ji wan testên hezar û196 kes pozîtîf derketine. Wî herwiha da zanîn hejmara pêketiyan gihîştiye 3 629 kesan.
Koca got, di heyama 24 demjimêran de, 16 kesên din bi Korona canê xwe jidest dan e û hejmara mirinan jî gihişte 75 kesan.
Tirkiye yekem haletê tûşbûna koronayê 11'ê Adarê ragihandibû.