Di êrîşa PKK'ê ya bi topên hawanê da, du çekdarên Tirkiyê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i314316-di_êrîşa_pkk'ê_ya_bi_topên_hawanê_da_du_çekdarên_tirkiyê_hatin_kuştin
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê Çarşemiyê bi şev ragihand ku du çekdarên artêşa vî welatî di êrîşa PKKê da haatine kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 26, 2020 03:40 Asia/Tehran
  • Di êrîşa PKK'ê ya bi topên hawanê da, du çekdarên Tirkiyê hatin kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê Çarşemiyê bi şev ragihand ku du çekdarên artêşa vî welatî di êrîşa PKKê da haatine kuştin.

Li gorî rapora ajansa Anatoliyê ya ser bi hikûmeta Tirkiyê, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihandiye ku ev du çekdar di êrîşa bi topê hawanê ya hêzên PKKê li navçeya Heftanînê ya ser bi Herêma Kurdistanê û nêzikî sînorê Tirkiyê hatine kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihandiye ku ji ber vê êrîşê du çekdarên din jî birîndar bûne.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê her wiha ragihand ku piştî vê êrîşê firokeyênm şêrr ên Tirkiyê êrîşî sser navendên PKKê li Heftanînê kirine û di van êrîşan da heşt kes ji endamên wê kuştine.