Li Stenbolê testên korona yên 24 perestar û pizîşkên malbatan pozîtîv derketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i314307-li_stenbolê_testên_korona_yên_24_perestar_û_pizîşkên_malbatan_pozîtîv_derketin
Testên Koronayê yên 24 perestar û pizîşkên malbatan ên li qezayên curbicur ên ‎Stenbolê kar dikin pozîtîv derketine. Serokê Lijneya Rêveber a Komeleya Hekîmên Malbatê ya ‎Stenbolê Dr. Kutbettin Demir ragihand ku li qezayên cuda yên Stenbolê 24 perestar û hekîmên ‎malbatan bi vîrûsa koronayê ketine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 25, 2020 13:01 Asia/Tehran
  • Li Stenbolê testên korona yên 24 perestar û pizîşkên malbatan pozîtîv derketin

Testên Koronayê yên 24 perestar û pizîşkên malbatan ên li qezayên curbicur ên ‎Stenbolê kar dikin pozîtîv derketine. Serokê Lijneya Rêveber a Komeleya Hekîmên Malbatê ya ‎Stenbolê Dr. Kutbettin Demir ragihand ku li qezayên cuda yên Stenbolê 24 perestar û hekîmên ‎malbatan bi vîrûsa koronayê ketine.

Serokê Lijneya Rêveber a Komeleya Hekîmên Malbatê ya ‎Stenbolê Dr. Kutbettin Demir diyar kir ku li Stenbolê testên koronayê yên 24 perestar û hekîmên malbatan ‎pozîtîv derketine û got: “Rewşa giştî ya wan karmendên tendirûstiyê baş e. Çend hevalên me hatine ‎razandin û tên dermankirinê, dermankirina hevpîşeyên me yên din jî li malên wan didome. Lê rewşa ‎tendirustî ya hevalên me ne cihê nîgeraniyê ye.”‎

Serokê Lijneya Rêveber a Komeleya Hekîmên Malbatê ‎da zanîn ku heta hefteya destpêkê ya Adarê ‎wek civak şaşiyên wan çêbûn û got: "Dawiya Sibatê û heta destpêka Adarê welatiyên me yên ji derva ‎dihatin bo raporê wergirin serî li hekîmên malbatan dan. Di vê navberê de têkiliya wan ligel yên navsere, pîr û kal çêbû ku li navendê li benda pişkinînê bûn. Wek hekîmên malbatê kêmasiya me ya herî mezin ‎nebûna tulum û berçavkan e."‎

Demir tekez kir ku nabe ti welatiyek eger ne bo karekî pêwîst be ji mal derkeve û got: "Îro jî kesên ‎dibêjin nava destê me dixure û tiştên wiha bo pişkinînê tên. Navendên tendirûstiyê cihên herî bi ‎rîsk in. Em ji welatiyên xwe re dibêjin ku eger ne rewşeke lezgîn be neyên.