HDP: Testa Koronayê ya girtiyekî Sîncanê pozîtîv bûye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i314306-hdp_testa_koronayê_ya_girtiyekî_sîncanê_pozîtîv_bûye
Parlamenterekî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku encama testa vîrûsa koronayê ya kesekî 70 salî li Girtîgeha ‎Sîncanê ya Enqereya paytexta Tirkiyê pozîtîv bûye.‎
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 25, 2020 12:54 Asia/Tehran
  • HDP: Testa Koronayê ya girtiyekî Sîncanê pozîtîv bûye

Parlamenterekî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku encama testa vîrûsa koronayê ya kesekî 70 salî li Girtîgeha ‎Sîncanê ya Enqereya paytexta Tirkiyê pozîtîv bûye.‎

Parlamenterê HDPê yê Kocaelî Omer Faruk Gergerlioglu li rûpela xwe ya Twitterê ragihand ku ‎encama pişkinîna kesekî 70ê salî li Girtîgeha Sîncanê pozîtîv bûye û rêveberê girtîgehê jî encama ‎pişkinînê gihandiye wezaretê.‎

Gergerlioglu li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye: “Du hefte ye derbarê hestyarî û cidîyeta mijarê de ‎hewl didin û me rewşa girtîgehan aniye rojevê, lê tenê em wan daxuyaniyan dibihîzin ku vê mijarê ciddî ‎wernagirin.”‎

Parlamenterê HDPê derbarê wan îdîayan de daxwaza zelalkirinê dike ku behsa wê yekê dikin piştî ‎belavbûna koronayê li Girtîgeha Bolu ya Tirkiyê, dest danîne ser hemû pêdiviyên paqijkirin û ‎tendirûstiyê û derman nadin wan nexweşên ku berê rojane derman werdigirtin.