Hejmara gorîyên Koronayê Ii Tirkîyê gihîşt 44 kesan
Adar 25, 2020 10:50 Asia/Tehran
Wezîrê Tenduristîya Tirkîyê ragihand: Hejmara tûşbûyîyên vîrûsa Koronayê li wî welatî giheşte hezar û 872 kesan û ya gorîyan jî giheşte 44 kesî.
Fexredîn Koca Wezîrê Tenduristîya Tirkîyê ragihand kudi 24 sietên buhurî de 343 haletên tûşbûna bi vîrûsa Koronayê li Tirkîyê hatin tomarkirinê û bi vî awayî hejmara tûşbûyîyên vîrûsa Koronayê li wî welatî giheşte hezar û 872 kesan û ya gorîyan jî giheşte 44 kesî.
Wezîrê Tenduristîya Tirkîyê herwiha ragihand ku di 24 sietên buhurî de têsta Koronayê ser 3 hezar û 952 kesan hatîye encamdanê û ji roja destpêkê va heta vê havê 27 hezar û 969 kes ketine ber têst û çavdêrîyê.
Wî herwiha got: Heke em tivdîrên pêwîst bikin, em dê bikaribin pêşîya belavbûna vê vîrûsê bigirin.