Capital Economics: Tirkiye ber bi tengasîya aborî ve diçe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i314287-capital_economics_tirkiye_ber_bi_tengasîya_aborî_ve_diçe
Navenda Şêwirmendiya Aborî Capital Economics diyar kir ku Tirkiye ber bi tengbûna aborî ve ya ligel dewletên dîtir ên di bazara Ewropayê de, diçe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 24, 2020 14:46 Asia/Tehran
  • Capital Economics: Tirkiye ber bi tengasîya aborî ve diçe

Navenda Şêwirmendiya Aborî Capital Economics diyar kir ku Tirkiye ber bi tengbûna aborî ve ya ligel dewletên dîtir ên di bazara Ewropayê de, diçe.

Koma Şêwirmendiya Aborî Capital Economics ku navenda wê li Londonê ye, di raporeke xwe de wiha destnîşan kir: "Aboriya Tirkiyê dibe ku bi rêjeya ji sedî 2 îsal tevî bilindbûna wê ya salane bi rêjeya ji sedî 4,3 di destpêka 2020’an de, dakeve."

Li gorî wê komê, dê niha zirara aborî ji ya berê zêdetir be û wiha hate destnîşankirin: "Dê berhem bi awayekî zêde di nîvê îsal de heta ku serwerî li berbelavbûna vîrusa Koronayê di demeke nêz de jî hat kirin, kêm bibe."

Capital Economics destnîşan kir ku hikumetên Tirkiyê û Ewropaya navîn ber bi girtineke giştî ve diçin, girêdayî wê jî beşên tûrîzmê bi berbelavbûna vîrusa Koronayê li Tirkiyê û Korovasîyê hatin rawestandin.

Capital Economicsê hişyarî da ku têgihîştin di vê rewşê de pir dijwar e û dibe ku bandorên wê mezin û berevajî texmînan bin.