Hejmara gorîyên Koronayê li Tirkîyê giheşte 37 kesan
Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê ragihand: 7 kesên din ji tûşbûyîyên Koronayê li wî welatî canê xwe ji dest dan û hejmara gorîyan giheşte 37 kesan.
Fexredîn Koca Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê amajeyî amara di 24 sietên buhurî de ya tûşbûyî û gorîyên Koronayê li wî welatî kir û got: Di 24 sietên buhurî de 7 welatîyên din di encama tûşbûna bi vîrûsa Koronayê de canê xwe ji dest dan û 293 kesên din jî bi vê vîrûsê ketin.
Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê herwiha got: Hejmara gorîyan giheştîye 37 kesan û ya tûşbîyîyan jî giheştîye hezar û 529 kesan.
Fexredîn Koca hişyarî da ciwanan û ji wan xwest ku neçin cihên pirrxeter. Rîskê nebin malên xwe. Li malên xwe bimînin.
Hevgavê belavbûna vîrûsa Koronayê li Tirkîyê û daxûyanîyên alîyên sîyasî yên Kurd di çarçova tivdîrên pêwîst jibo girtna pêşîya belavbûna vê vîrûsê li şarên Kurdnişîn û daxwaza ji gel jibo mayîna li malên xwe, wer xûya dike iqtidara sîyasî ya Tirkîyê hewil dide ji derfeta pêkhatî bi baştirîn şêwazê sûdê wergire û bi dijwarkirina zextên ser alîyên Kurd nemaze HDP ne tenê vê partîyê di qada sîyasetê de lawaz bike belkî pêşî li xwenîşandan û nerazîbûna gelanî û kombûnên nerazîbûnê yên sîyasetvanan di bin sîya rewşa bidû Koronayê de bigire.
Girtin û wêdadayîna 7 Şaredarên Kurd di 24 sietan de rêkoredek jibo iqtidara sîyasî ya Tirkîyê di warê sîyasetên wê yên dijî Kurdan de tê hesêb.