Zêrevanîya Mafên Mirovan dilgiranîya xwe derheq tepeserkirina Kurdên Tirkîyê dîyar kir
Zêrevanîya Mafên Mirovan girtina Şaredarên ser bi Partîya Dêmokiratyîk a Gelan (HDP) sûdwergirtna narewa ji peyva têrorîsmê dijî kurdên vî welatî bi nav kir.
Bidû girtina 3 Şaredarên ser bi HDP li Tirkîyê, Ema Senkler Web Lêkolera Çiqa Tirkîyê ya Zêrevanîya Mafên Mirovan got: Wezîrê Karên hundur ê Tirkîyê di nava pêgirîya vîrûsa Koornayê de, dixwaze HDP bi girtina Şaredarên wê bêxe tengasîyê de û bi hezaran kes ji gelê Kurd li başûra rojhilata Tirkîyê ji encama dengê wan bêpar bike.
Wê ji National Postê re gotîye ku hecetên hikûmeta Tirkîyê jibo girtina Şaredarên everên Kurdnişîn gellekî nezelal û lêm in û ne ser bingeha belgeyên bawerpêkirî ne. Gellek ji wan belgeyana ligorî gotina şehedên nedîyar in. Sûcê wan nayê selimandin û girtina wan kesana bi wateya sûdwergirtna narewa ji têrorîsmê dijî gel e.
Berpirsa Karên Tirkîyê li Zêrevanîya Mafên Mirovan herwiha ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê li zîndanên Tirkîyê dilgiranîya xwe dîyar kir û got: Zîndanên Tirkîyê gellekî qerebalix in. 300 hezar girtî jibo welatekî weke Tirkîyê nfûseke zêde tê hesêb. Gellek dilgiranî derbarê imkana bidestxistina alîkarîyên pizişkî di nava girtîyan heta di demên asayî de hene.