Li Batmanê şaredarê HDPê jî di nav de 28 kes hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i314255-li_batmanê_şaredarê_hdpê_jî_di_nav_de_28_kes_hatin_girtin
Li Batmanê şaredarê HDPê jî di nav de 28 kes hatin binçavkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 23, 2020 14:17 Asia/Tehran
  • Li Batmanê şaredarê HDPê jî di nav de 28 kes hatin girtin

Li Batmanê şaredarê HDPê jî di nav de 28 kes hatin binçavkirin.

Li Batmanê 28 kes ji ber şermezarkirina danîna qeyuman hatin binçavkirin.

Şaredarê Batmanê Dr. Mihemed Demîr jî di nav de, 12 kes bi operasyonên hevdem hatin binçavkirin. Polîs û tîmên taybet piştre avahiya şaredariya Batmanê dorpêç kirin.

Parlamentera HDPê Ayşe Acar Başaran û hejmarek welatî bi armanca şermezarkirina binçavkirin û danîna qeyuman li pêş avahiye civiyan. Başaranê got, operasyoneke weha nîşan dide ku, desthilat di roja qiyametê de jî neyartiya Kurdan dike.

Li ser berdewamiya çalakiyên welatiyan, polîsan êrişî girseyê kirin û 16 kesên din binçav kirin.