Istenbol bajarekî herî bitalûke ji hêla Koronayê li Tirkiyê ye
Endamê Desteya Zanistî ya Têkoşîna dijî Vîrûsa Koronayê li Tikriyê ragihand ku bajarê Istenboûlê bajarî herî xeternak ê Tirkiyê ji hêla belavbûna Vîrûsa Koronayê ye.
Li gorî rapora IRIB Newsê ji Enqerê, Mihemed Duxanay, Endamê Desteya Zanistî ya Têkoşîna dijî Vîrûsa Koronayê li Tikriyê roja Duşemiyê bi ragihandina vê nûçeyê, Enqereya paytexta Tirkiyê jî wek duyemîn bajarê pirrxeter ê vî welatî ji hêla belavbûna Vîûrsa Koronayê da zanîn û got: Bajarên Izmîr, Antaliya û Wanê di pileyên din da ne.Wî her wiha got: Bi germbûna hewa xelk dê kêmtir li cihên sergirtî bimîneû ev yek dikare bibe sebeba kêmbûna asta belavbûna Vîûrsê.
Dewleta Tirkiyê ji ber zêdebûna hejmara candayiyên ji ber nexweşiya Koronayê, navendeke hevahengiya Koronayê li Istenbûlê damezirandiye.Li gorî dawîn rapora ragihandî ji aliyê Wezareta Tendurustiyê ya Tirkiyê, hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê gihîştiye 1236 kesî û 30 kesan jî bi vê vîrûsê canê xwe ji dest dane.