Qeyum ji bo 4 şaraderiyên HDPê hatin danîn
Adar 23, 2020 11:36 Asia/Tehran
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dest danî ser 4 şaraderiyên HDPê û qeyum danîn ser wan.
Wezareta Navxwe ya Tirkiye qeyûm bo şaredariyên Batman, Lice, Farqîn û Erxeniyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) erkdar kirin. Bi erkdarkirina qeyûman re hevşaredarên HDPyê ji wezîfeyê hatin dûrxistin.
Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak û Hevşaredarê Erxenîyê Ahmet Kaya hatin binçavkirin. Avahiyên van şaredariya ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin û destûrê nadin kes biçe avahiyên şaredariyan.
HDPê di hilbijartina xwecihî ya 31ê Adara 2019an de 3 bajarên mezin, 5 bajar, 45 navçe û 12 bajarok bi dest xistibûn. Beriya niha jî qeyûm tayînî 3 şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê, Şaredariya Colemêrgê, 29 navçe û 3 bajarokan hatibûn kirin.