Pervîn Buldan: ''Vîna çareserkirina meseleya Kurdan li Tirkîyê hela jî didome''
Hevseroka Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) di peyama bi boneya Newrozê de pêgirî kir: ''Vîna çareserkirina meseleya Kurdan ku di Newroza 2013`ê de pêk hatibû, hela jî didome.''
Pervîn Buldan Hevseroka HDP di peyama bi boneya Newrozê de ku piştî ibtalbûna cezna mezin a Newrozê bidû belavbûna vîrûsa Koronayê li Tirkîyê bi awayê vîdeoyê belav kirîye de got: ''Cejna kevnare ya Newrozê li hemî Kurdan û gelên Rojhilata Navînê pîroz dikim. Newroz jîyan e, yekitî û hevgiritna civakî ye. Herçend ku cejnên Newrozê îsal ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê hatin ibtalkirinê lê em qada jîyanê wek qada cejna Newrozê dibînin. Em dê vê pêvajoyê bi rihê hevgirtin, yekitî û nûbûnê bi hev re derbas bikin.''
Pervîn Buldanê di dewama peyama xwe da got: ''Vîna çareserkirina meseleya Kurdan ku di Newroza 2013`ê de pêk hatibû, hela jî didome. Dewrana ku em têda him jibo Tirkîyê û him jibo Rojhilata Navînê pêwîst e û rola wê ya jîyanê heye ku ev vîna di çarçova daxwazên jibo aştî, bawerkirina dêmokirasîyê û hewcedarîya bi azadîyê careka din bên nirxandin.''
Hevserokê HDP Midhet Sencer jî di peyamekê de got: ''Newroz ku sembola jîyana hevgirtinae, biaştî û beranber a gel li rex hev e, bi hezaran sal e ku ji hêla gelên curbicur ji wan Kurdan ve tê pîrizkirinê. Gelê me yê ezîz! hemî cîhan ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê rojên dijwar derbas dike. Em di vî warî de jî hesta berpirsyarîyê dikin û wek HDP bi 26 Şaredarî û navendên kontrolkirina qeyranê ku me ava kirine, em jibo tivdîrên pêwîst bi armanca girtina pêşîya tûşbûna gelê me bi vê vîrûsê hewil didin.''
Sencer herwiha got: ''Newroz dîrokek e ku nîşan dide Kurd pêbendê nasnama xwe ne û vê yekê ji cîhanê re dibêjin. Em careka din sozê didin ku hemî hewla xwe jibo jîyana gelê me di nava ewlehî û rehetîyê de bi kar bînin. Em ser vê bawerê ne ku ev Newroza bi rihê hevgirtina gelê me û têkoşîna jibo azadî û beranberîyê dê bihareke xurttir weke mizginî bîne. Newroza we pîroz be.''