Hejmara gorîyên Koronayê li Tirkîyê giheşte 21 kesî
Adar 22, 2020 13:30 Asia/Tehran
Wezareta Tenduristîya Tirkîyê ragihand ku hejmara tûşbûîyên Koronayê li wî welatî giheşte 947 kesan.
Wezîrê Tenduristîya Tkrkîyê Fexreddîn Koca li rûpela xwe ya twitterê ragihand:''Hejmara tûşbîyên vîrûsa Koronayê li Tirkîyê giheşte 947 kesan û ya candaîyan jî giheşte 21 kesan. Em navsere, pîr û kalan hişyar dikin ku pêbendê qanûna qedexeya derketina ji malê bin. Xetera mirina ji ber vîrûsa Koronayê zêdetir gefê li kesên navsere, pîr û kal dixwe.''
Bidû belavbûna vîrûsa Koronayê li cîhanê, Wezareta Têkilî û Binesazîyan a Tirkîyê geştên esmanî yên bo 46 welatên din jî dan sekinandinê. Bi vî awayî hejmara welatên ku Tirkîyê bi hegera belavbûna vîrûsa Koronayê geştên bo wan sekinandine, giheşte 68 welatan.