Bêbersivmana pirsnameyên Parlementerên Tirkiyê
Nîvê pirsnameyên Parlementerên Tirkiye, bêbersîv dimînin.
Parlementerê Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) yê Muglayê, Mursel Alban, ji Serokê Parlementoya Tirkiye Mustafa Şentop pirsiye, Serokomarîya Tirkiye çend bersiv dane pirsnameyên Parlementerên Tirkiyê?
Ligor bersiva Serokatiya Parlementiya Tirkiye, di vê dema Parlementoya Tirkiye de heta niha 6 hezar û 35 pirsname bo Serokomariyê hatine şandinê. Di 6 hezar û 13 pirsnameyan de daxwaza bersivê hatîye kirin. 828 pirsname di dema diyarkirî de bersiv wergirtin e. 2 hezar û 74 pirsname piştî dema diyarkirî de hatine bersivdan. 3 hezar û 38 pirsname her bê-bersiv mane.
Ligor Parlementerê Mugla yê CHP Parlementer wekîlên gel in û gava pirsnameyan didin, divê di çarçoveya yasayê û pîvanên demokrasî û şefafiyetê de bersiv bê dayîn. Lê, li Tirkiye ew pîvan nayên berçavgirtinê.