HDP ji bo girtina pêşîya Koronayê daxwaza rênimayiyên bi Kurdî kir
Partiya Demokiratîk a Gelan (HDP) bi mebesta girtina pêşîya vîrusa Koronayê û alîkarîya bo welatiyan, maseya kirîzan pêk aniye û daxwaz dike, ku rênimayiyên xweparastinê li Tirkiyê bi zimanê Kurdî jî bihêne belavkirin.
Partiya Demokratîk a Gelan têkildarî belavbûna vîrusa COVID-19 li Tirkiyê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku, bi mebesta girtina pêşîya vîrusa Koronayê û alîkarîya bo welatiyan, maseya kirîzan pêk aniye û daxwaz dike, ku rênimayiyên xweparastinê li Tirkiyê bi zimanê Kurdî jî bihêne belavkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku maseya krîzê alîkariya wan kesan dike ku di mal de mane û şêwirê dide welatiyan ku çawa xwe biparêzin.
Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, HDP rexneyan li hikûmeta Tirkiyê digre û dibêje ku hikûmet zaniyariyên rast belav nake. HDP dibêje, heta niha nayê zanîn ka bi rastî çend kes li Tirkiyê bi Koronayê ketine û çawa têne dermankirin.