Li Tirkiyê hejmara qurbaniyên Koronayê gihişt 9 kesan
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand, hejmara kesên ku li wî welatî bi sedema vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest dane, gihîşte 9 kesan.
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca têkildarî hejmara tûşbûyî û qurbaniyên vîrusa Koronayê li Tirkiyê, li rûpela xwe ya ragihand, ku di heyama 24 saetên dawiyê de li Tirkiyê ji ber vîrusa Koronayê 5 kesan canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyên vê nexweşiyê li welatê wî gihîştiye 9 kesan.
Wezîrê Tendirûstiyê yê Tirkiyê dibêje, têsta vîrusa Koronayê ser 3 hezar 656 kesan hatiye kirin û di encamê de derketiye holê ku 311 kesên din bi wê vîrusê ketine û niha hejmara kesên ku li wî welatî bi vîrusa Koronayê ketine, gihîşte 670 kesan.
Hikûmeta Tirkiyê ji bo girtina pêşîya belavbûna vîrusa Koronayê, planek amade kiriye û zêdetir ji 15.5 milyar dolar bo wê armancê terxan kiriye.
Roja 10ê Adarê hikûmeta Tirkiyê yekem haleta tûşbûna bi vîrusa Koronayê ragihand.