Enqerê ragihand ku du çekdarên Tirkiyê li Idlibê hatine kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i314177-enqerê_ragihand_ku_du_çekdarên_tirkiyê_li_idlibê_hatine_kuştin
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê qala êrîşa bi roketan li er hêzên Tirkiyê li navçeyeka kêmkirina kêşeyan li Idliba Sûriyê kir ku di encamê da du çekdarên vî welatî hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 20, 2020 14:46 Asia/Tehran
  • Enqerê ragihand ku du çekdarên Tirkiyê li Idlibê hatine kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê qala êrîşa bi roketan li er hêzên Tirkiyê li navçeyeka kêmkirina kêşeyan li Idliba Sûriyê kir ku di encamê da du çekdarên vî welatî hatin kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku di vê êrîşê da çekdarek jî birîndar bûye.Li gorî rapora Dayli Sabahê, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê qala êrîşa bi roketan a "Komên tundrê" li navçeya kêmkirina kêşeyan li Idliba Sûriyê kir ku du çekdarên vî welatî hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Xulûsî Akar, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê jî li Twitterê ji ber candana van kesan sersaxî daye malbatên wan.

Ev di rewşekê da ku rayedarên Sûriyê bi caran behsa piştgiriya Enqerê ji komên têrorîst û binpêkirina agirbesê li Idlibê kirine.

Alîkarê waliyê Idlibê di vî warî da gotibû: Tirkiye û têrorîst soza xwe derbarê agirbesê cih naynin û rewş dê ber bi operasiyona leşkerî va biçe û artêşa Sûriyê li benda destpêbûna operasiyonê ye.