Erdogan fermana paşdaxistina hemî cûrên civîn û kombûnan da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i314176-erdogan_fermana_paşdaxistina_hemî_cûrên_civîn_û_kombûnan_da
Serokomarê Tikrkîyê ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê ferman da ku hemî curên civîn û kombûnên li vî welatî bên paşdaxistinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 20, 2020 14:46 Asia/Tehran
  • Erdogan fermana paşdaxistina hemî cûrên civîn û kombûnan da

Serokomarê Tikrkîyê ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê ferman da ku hemî curên civîn û kombûnên li vî welatî bên paşdaxistinê.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Anadoluyê, Serokomarê Tirkîyê Receb teyîb Erdogan di fermanekê de ragihand, hemî civîn û çalakîyên zanistî, çandî, hunerî û yên warên din ên di cihên sergirtî û vekirî de heta dawîya Nîsanê hatine paşxistinê.

Muherrem Kasapoglu Wezîrê Werzişê yê Tirkîyê jî berî vîya ragihandibû ku hemî pêşbirkên Futbol, Baskitbol, Volîbol û Hendbolê jibo girtina pêşîya belavbûna vîrûsa Koronayê hatine paşdaxistinê.

Ligorî gotina Fexredîn Koca Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê hejmara candayîyên ji ber vîrûsa Koronayê li wî welatî giheşte 4 kesan.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkîyê Silêman Soylu jî ragihand ku heta vê gavê 9 hezar û 800 kes li vî welatî xistine qerentînê de.