Hejmara tûşbûyên koronayê li Tirkiyê gihîşte 359 kesan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i314167-hejmara_tûşbûyên_koronayê_li_tirkiyê_gihîşte_359_kesan
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand, hejmara kesên ku li wî welatî bi sedema vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest dane, gihîşte 4 kesan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 20, 2020 12:31 Asia/Tehran
  • Hejmara tûşbûyên koronayê li Tirkiyê gihîşte 359 kesan

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand, hejmara kesên ku li wî welatî bi sedema vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest dane, gihîşte 4 kesan.

Fahrettin Koca têkildarî hejmara tûşbûyî û qurbaniyên Vîrûsa Koronayê li Tirkiyê, li rûpela xwe ya twitterê ragihand, ku di heyama 24 saetên dawiyê de li Tirkiyê jineke 85 salî ji ber vîrusa COVID-19 canê xwe ji dest daye û hejmara qurbaniyên vê nexweşiyê li welatê wî gihîştiye 4 kesan.

Wezîrê Tendirûstiyê yê Tirkiyê dibêje, testa vîrusa Koronayê ser 1981 kesan hatiye kirin û di encamê de derketiye holê ku 168 kesên din bi wê vîrusê ketine û niha hejmara kesên ku li wî welatî bi vîrusa Koronayê ketine, gihîşte 359 kesan.

Hikûmeta Tirkiyê ji bo girtina pêşîya Vîrûsa Koronayê, planek amade kiriye û zêdetir ji 15.5 milyar dolar bo wê armancê terxan kiriye.

Roja 10ê Adarê hikûmeta Tirkiyê yekemîn haleta tûşbûna bi vîrusa Koronayê ragihandibû.