Li Tirkiyê hejmara tûşbûyên Koronayê gihîşt 191 kesan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i314130-li_tirkiyê_hejmara_tûşbûyên_koronayê_gihîşt_191_kesan
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê ragihand ku li wî welatî kesekî din ji ber vîrusa koronayê canê xwe ji dest da û herwiha 93 kesên din bi ketine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 19, 2020 06:10 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê hejmara tûşbûyên Koronayê gihîşt 191 kesan

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê ragihand ku li wî welatî kesekî din ji ber vîrusa koronayê canê xwe ji dest da û herwiha 93 kesên din bi ketine.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettin Koca li rûpela xwe ya twitterê ragihand, piştî kontrolkirinê 93 haletên nû yên tûşbûna bi vîrusa koronayê li wî welatî hatine piştrastkirin.

Fahrettin Koca dibêje: "Nexweşekî me yê 61 salî canê xwe ji dest da. Rehma Xwedê lê be. 93 nexweşên me yên nû ku bi vîrusê ketine hene. Nexweşên me tên dermankirin."

Koca diyar kir ku hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê ketine gihîşt 191 kesan.

Duh jî kesekî temen 89 salî ji ber vîrusa Koronayê li Tirkiyê jiyana xwe ji dest dabû.