Yekem nexweşê tûşbûyî bi Koronayê li Tirkiyê can da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i314117-yekem_nexweşê_tûşbûyî_bi_koronayê_li_tirkiyê_can_da
Wezîrê Tendurustiyê yê Tirkiyê qala candana yekem kesê tûşbûyî bi nexweşiya KOVID-19ê li vî welatî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 18, 2020 13:38 Asia/Tehran
  • Yekem nexweşê tûşbûyî bi Koronayê li Tirkiyê can da

Wezîrê Tendurustiyê yê Tirkiyê qala candana yekem kesê tûşbûyî bi nexweşiya KOVID-19ê li vî welatî kir.

Li gorî rapora Al Alamê, Wezareta tendursutiyê ya Tirkiyê roja Sêşemiyê ragihand ku 51 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û hejmara giştî ya nexweşên tûşbûyî bi vê vîrûsê li Tirkiyê bûye 98 kes.

Li gorî vê raporê, Mewlûd Çawûşoxlûyê wezîrê karên derve yê Tirkiyê jî roja Sêşemiyê gotibû ku Enqerê dil heye 3614 welatiyên Tirkiyê ku li welatên ewropî mane, vegerîne welêt.

Çawûşoxlû tevî amajeya bi betalbûna gellek ji firrînên balefiran ên navneteweyî li seransserî cîhanê ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê, got: Tirkiyê 34 firînên taybet jibo vegerandina welatiyên navbirî amade kirine.

Wezareta Cîhanî ya Tendurustiyê piştî tûşbûna zêde ji 121 hezar kesî li seranserî cîhanê bi vê nexweşiyê ev nexweşî wek Nexweşiya Pêgir a Cîhanî da zanîn.