Li Tirkiyê hejmara tûşbûyên bi Vîrûsa Koronayê gihîşte 47 kesan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i314100-li_tirkiyê_hejmara_tûşbûyên_bi_vîrûsa_koronayê_gihîşte_47_kesan
Li gor amarên fermî yên ku hikûmeta Tirkiyê belav kirine, heta niha li wî welatî 47 kes bi vîrusa COVID-19 ketine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 18, 2020 04:18 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê hejmara tûşbûyên bi Vîrûsa Koronayê gihîşte 47 kesan

Li gor amarên fermî yên ku hikûmeta Tirkiyê belav kirine, heta niha li wî welatî 47 kes bi vîrusa COVID-19 ketine.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê, "Fahrettin Koca" roja Duşemê 16ê Adarê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku piştî pişkinînan 29 haletên nû yên tûşbûna bi Vîrûsa Koronayê (Covid-19) li wî welatî hatine piştrastkirin.

Fahrettin Koca diyar kir, bi wan 29 haletan hejmara giştî ya tûşbûyên Koronayê li wî welatî gihîştiye 47 kesan.

Koca amaje bi wê yekê kiriye, ku ew haletên nû ji Amerîka, Ewropa û Rojhilata Navîn vegeriyane Tirkiyê.

Bi gotina Koca, 3 kes ji wan 29 kesên tûşbûyî jî ji Heca Umreyê vegeriyane.

Li gor daxuyaniyên fermî yên aliyên peywendîdar ên Tirkiyê, heta niha ti kes bi sedema vîrusa Koronayê li wî welatî canê xwe ji dest nedaye.

Roja 10ê Adarê yekemîn haleta tûşbûna bi vîrusa COVID-19 hatibû ragihandin.