Macron, Merkel, Johnson û Erdogan bi rêya telekonferansê axivîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i314098-macron_merkel_johnson_û_erdogan_bi_rêya_telekonferansê_axivîn
Serokomarê Fransayê "Emmanuel Macron", Serokwezîra Almanyayê "Angela Merkel", Serokwezîrê Brîtanyayê "Boris Johnson" û Serokomarê Tirkiyê "Recep Tayyip Erdogan" çend mijarên weke tekoşîna li dijî Vîrusa Koronayê, rewş û agirtbesta li Idlibê, pêşhateyên dawîn li Libyayê gotubêj kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 18, 2020 04:17 Asia/Tehran
  • 

Macron, Merkel, Johnson û Erdogan bi rêya telekonferansê axivîn

Serokomarê Fransayê "Emmanuel Macron", Serokwezîra Almanyayê "Angela Merkel", Serokwezîrê Brîtanyayê "Boris Johnson" û Serokomarê Tirkiyê "Recep Tayyip Erdogan" çend mijarên weke tekoşîna li dijî Vîrusa Koronayê, rewş û agirtbesta li Idlibê, pêşhateyên dawîn li Libyayê gotubêj kirin.

Macron, Merkel, Johnson û Erdogan roja Sêşemê 17ê Adara 2020an bi rêya telekonferansê gotûbêjeke çaralî encam dan û li ser çend mijarên di rojeva cîhanê de axivîn.

Di gotûbêja çaralî de di çarçoveya têkoşîna dijî Vîrusa Koronaya nû (Covid-19) de derfeta tevgera hevbeş, rêbazên alîkariya mirovî ji bo Îdlibê, pirsa penaberan, pêşhatên dawîn ên li Libyayê, rewşa Yekîtiya Ewropayê (YE) û têkiliyên Tirkiye-YE'yê hatin nirxandin.

Pêştir biryar bû ev gotûbêja çaralî bi awayekî rûbirû were encamdan, lê ji ber metirsiya belavbûna Vîrusa Koronayê, bi rêya telekonferansê hat encamdan.

Roja 9ê Adarê Erdogan serdana Brukselê kir û ligel berpirsên Yekîtiya Ewropayê û NATOyê civiya, lê civînên wî bê encam bûn.