31 parlamenterên Tirkiyê xistin qarantînê
Serokê Parlemana Tirkiyê Mustafa Şentop ragihand ku 31 parlamenterên wî welatî ku çûne Ewropayê û vegeryane, niha di qarentînê de ne.
Serokê Parlemana Tirkiyê Mustafa Şentop li koma nûçegîhanan got: Ne tenê Tirkiye hemû cîhan ji ezmûneke dijwar derbas dibe, geşedanan dişopînin, Tirkiyê ji bo têkoşîna dijî vîrusa koronayê tedbîrên pêwîst kirine.
Şentop destnîşan kir ku ya girîng ew e ku guh bidin daxuyaniyên rayedaran û guh nedin daxuyaniyên manîpulatîf.
Li ser îdiayên dibêjin ''hin parlamenterên ku ji umreyê vegeriyan ji qarentînayê revîne'' Şentop wiha axivî: “Dibêjin qaşo 17 palamenterê ji umreyê hatine û ji qerentînê revîne. Çawa dibe? Agahiyên hemû parlamenterên me yên ku ji serê Adarê pê ve derketin dervayê welêt û ji dervayê welêt vegeriyan, li cem me hene. Di nava wan da yên ku çûne umreyê yan jî yên ku ji umreyê vegeriyane tunene. Hema hema tevahiya van parlamenterên me ji welatên Ewropayê vegeriyane. Ji partiyên me yên cuda ne. Yek ji Ozbekistanê, yek ji Tanzanyayê, yek jî ji Komara Tirk a Qibrisa Bakur hatiye. Xêncî vê piraniya wan ji Ewropayê hatin."
Serokê Parlemana Tirkiyê herwiha da zanîn ku 31 parlamenterên pêştir serdana welatên Ewropayê kirine xistine qarentînê.