Çavûşoglu: Welatîyên ku ji derve bizvirin dê bixin qerentînê de
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i314084-Çavûşoglu_welatîyên_ku_ji_derve_bizvirin_dê_bixin_qerentînê_de
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê ragihand ku heta nîvê şeva îro Sêşemê dê 3 hezar û 614 welatîyên tirkîyeyî ji 9 welatên ewrûpî bizvirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 17, 2020 12:32 Asia/Tehran
  • Çavûşoglu: Welatîyên ku ji derve bizvirin dê bixin qerentînê de

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê ragihand ku heta nîvê şeva îro Sêşemê dê 3 hezar û 614 welatîyên tirkîyeyî ji 9 welatên ewrûpî bizvirin.

Mewlûd Çavûşoglu Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê ragihand: Ji ber gefa belavbûna vrûsa Koronayê li welatên ewrûpî 3 hezar û 614 welatîyên tirkîyeyî ji 9 welatên ewrûpî daxwaza vegera bo Tirkîyê raber kirine û ew dê heta nîvê şeva îro Sêşem 17`ê Adarê bi 34 balafirên Turkiş Air Laine bizvirin Tirkîyê.

Wî herwiha got ku roja Duşemê dawîn dema raberkirina daxwaznama vegera bo welêt jibo welatîyên tirkîyeyî li welatên ewrûpî û cîhanê bû.

Mewlûd Çavûşoglu Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê pêgirî kir ku ew welatî yê 14 rojan werin qerentînekirinê.

Mewlûd Çavûşoglu herwiha aşkira kir: Heta nika geştên esmanî yên digel 20 welatan hatin rawestandinê û di sietên bê da hejmara wan dê jora here. 

Ji hêla din ve li Tirkiyê hejmara tûşbûyên Koronayê gihîşte 47 kesan.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettin Koca roja li rûpela xwe ya twitterê ragihand, 29 haletên nû yên tûşbûna vîrusa koronayê li wî welatî hatin piştrastkirin.

Fahrettin Koca diyar kir, bi wan 29 haletan hejmara giştî ya tûşbûyên Koronayê li wî welatî gihîştiye 47 kesan.

Koca amaje bi wê yekê kiriye, ku ew haletên nû ji Amerîka, Ewropa û Rojhilata Navînê vegeriyane Tirkiyê. Bi gotina Koca, 3 kes ji wan 29 kesên tûşbû jî ji Heca Umreyê vegeriyane.