Li Tirkiyê 12 kesên din bi Vîrusa Koronayê ketin
Adar 16, 2020 13:14 Asia/Tehran
Hejmara tûşbûyên bi Vîrusa Koronayê li Tirkiyê zêde dibe, di 24 demjimêrên bûrî de 12 kesên din bi wê vîrusê ketine
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca li “Twitter” ragihand, li Tirkiyê 12 kesên din biVîrusa Koronayê ketine.
Fahrettin Koca diyar kir, 2 kes ji wan 12 kesên ku encama têsta wan erênî derketiye, têkiliya wan bi yekemîn kesê ku bi nexweşiya Koronayê ketibû, re hebûye.
Berî niha jî hatibû gotin ku 6 kes li Tirkiyê bi nexweşiyê b Vîrusa Koronayê ketine, bi vî rengî hejmara tûşbûyên bi Vîrusa Koronayê li Tirkiyê gihîşt 18 kesan.
Ev vîrusa ku 117 welatan xwe daye der li Tirkiyê jî peyda bû û ji ber vê çendê hemû çalakî, pîrozbahî hatin betalkirin, dibistan û zanîngeh ketin rewşa betlaniyê.