Damezirînrê Partiya DEVA: Meseleya Kurdan, meseleya herî girîng a Tirkiyê ye
Endamê Damezirîner ê Partiya Demokrasî û Pêşketinê ya Tirkiyê (DEVA) got: Meseleya Kurdan, meseleya herî girîng a Tirkiyê ye.
Ehmed Farûq Onsal, Endamê Damezirîner ê Partiya Demokrasî û Pêşketinê ya Tirkiyê (DEVA) tevî amajeya bi meseleya kurdan li Tirkiyê got: Jibo çareseriya meseleya Kurdan divê destpêkê hin reform ji wan demokrasiya pirr-layî û cudakirina hêzan li Tirkiyê pêk bê. Meseleya Kurdan ya herî girîng li Tirkiyê ye.
Meseleyên din jî li Tirkiyê hene ku li benda çareseriyê ne. Ji bo çareseriyab wan, me wek DEVA'yê hin reformên kêrhatî hene. Di qonaxa yekem da em daxwaza filitîna Tirkiyê ji pergala serokomartiyê û derbasbûna bo pergala parlemanî ya demokratîk dikin. Em daxwaza berçavgirtina pirr vebirr a cudakirina hêzan li welêt dikin. Em girîngiyê didin azadiya medyayan. Ev şertên bingehîn ên dewletekê ne. Endamê Damezirîner ê Partiya Demokrasî û Pêşketinê ya Tirkiyê (DEVA) her wiha got: Piştî ku me ev pirsgirêkên bingehîn li welêt çareser kirin, meseleya Kurdan jî dêbi rihetî çareser bibe. Ji ber kudê atmossferek pêk were ku dikare pirsgirêk bi rihetî têde çareser bin. Niha em nikarin derbarê meseleyên xwe biaxivin, ji ber ku kesek dikare tevahiya sîstemê asteng bike.Wî got: Zimanê Kurdî, jibo Kurdan Zimanê Bav û kalan e û zimanê tirkî jî zimanê wan ê fermî ye. Ev yek bi ti awayî nikare cihê nîqaşê be. Zimanê Zikmakî yê Kurdan mafê wan e. Em perwerdehiya bi Zimanê Zikmakî pêwîst dizanin.