Kanûn 04, 2019 17:33 Asia/Tehran
  •  Taxima CHP: Nexweşiya Demirtaş cidî ye

Alîkarê CHP û berdevkê komîsyona çavdêriya ser zindanên Tirkiyê ku bi taximeke nunerên CHP re li zuindana Edirnê bi Demirtaş re hevdîtin pêk aniye, got: Nexweşiya Demirtaş cidî ye.

 Li gorî rapora Kurd Pressê, taxima CHP bi serokatiya Welî Aqbaba, alîkarê CHP û berdevkê komîsyona çavdêriya ser zindanên Tirkiyê di gel Zêynel Emrah, nunerê Stembolê li parlemana  Tirkiyê û Byram Yilmaz Kaya, nunerê Qazîentepê li parlemana Tirkiyê bi Selahedîn Demirtaş, hevserokê berê yê HDP hevdîtin pêk aniye û li ser hal û rewşa wî agehdar bûn.

 Piştî vê hevdîtinê, Welî Aqbaba ji nûçegîhanan re got: Rewşa fîzîkî ya Demirtaş baş tê xûyanê. Hegera hevdîtina me  bi hevserokê berê yê HDP piştî weşandina nûça nexweşiya wî bû.

 Beriya her tiştî divê raghînim ku morela wî pir baş e. Heftiya derbasbûyî roja sêşemiyê nîşanên nexweşiyê li wî hatibûn dîtin û ji ber tengenefesiyê û kêmasiya oksîjênê  ew xwe ve çûbû.

 Piştî ku ew nebiribûn nexweşxanê, piştî derbasbûna çend rojan parêzerên wî ev nûçeya  li medyan xistin rojevê.

 Demirtaş dibêje ku ew bi qest ew negîhndine nexweşxanê. Ev 20 sal in ku wî ev nexweşiya heye lê li sê salên derbasbûyî nexweşiya wî girantir bûye. Ji me re raghandine: Ger ez bimrim, nerpirsê mirina min ew kes in  ez xistime zîndanê.

Aqbaba teqez kir ku nexweşiya Demirtaş cidî bûye û divê bi zûtirkê tivdîrên pizîşkiyê bên berçavgirtin.