Îlon 13, 2019 09:52 Asia/Tehran
  • Pêgirîya Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê ser birêxistina Mertala Mûşekî ya S400`ê

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê ragihand ku Mertala Mûşekî ya S400`ê yê di sala 2020`ê de were birêxistinê.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mewlûd Çavûşoglu di hevpeyvîna digel Kanala CNNTURK`ê da got ku armanc ji kirrîna Mertala Mûşekî ya S400`ê xurtkirina şîyana berevanîyê ya Tirkîyê himberî êrişên hewayî ye.

Tirkîyê ligorî lihevkirina digel Ûrsêtê ya di sala 2017`ê de, 4 Mertalên Mûşekî yên S400`ê bayê 2.5 milyard Dolarî ji Ûrsêtê kirrîne.

Heta vê gavê 2 bar ji wan 4 Mertalana giheştine Enqerê.