Serokerkantîya Hêzên Çekdar a Yemenê di daxûyanîyekê da ragihand ku bi mûşeka balestîk a haypersonîk a Filistîn2yê êrişî navçeyeek Yafaya dagirbûyî ango Tel Avîvê kir.
Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser vê navçeyê da rabû 45 hezar û 227 kesî.
Koma Pizişkên Sînornenas di nûtirîn rapora xwe da ragihand ku Rejîma Sîyonîst di çarçova şerê dijî Xezzeyê da bi aşkirayî ramalîna etnîkî pêk anîye.
Di roja 441`an a şerrê Xezzê da, artêşa dagirkir a Siyonîst hîna jî bombebarana navçeyên curbicur ên Zîvala Xezzê didomîne û di encamê da bi dehan kes şehîd û birîndar bûne.
Civata Giştî ya NY bi para zêde ya dengan, biryarnameyekî dijî Rejîma Îsraîlê pejirand.
Bi derbasbûna 440 rojan ji destpêbûna şerrê Xezzê, rejîma dagirkir a Îsraîlê hîna jî cinayetan dike û bi awayeka bê armanc malên xelkê dike hedef.
Çavdêra Mafên Mirovan ragihand Rejîma Siyonîst bi bêparkirina berfireh a filistîniyan ji ava saxlem, jînûsaydê pêk aniye.
Konseya Ewlehiyê ya NY ji bo hilkolandina rewşa Xezzê, bi serokatiya Amerîkayê wekî neyarê sereke yê pêkanîna agirbesa li Xezzê, civînek pêk anî.
Şerê li Xezzeyê di halekî da derbasî roja 439an bû ku artêşa dagirker a Israyîlê bi giranî êrişî malên derdora nexweşxana Kemal Edwan li bakura Zîvala Xezzeyê dike.
Serokê Ajansa Alîkarîgîhandin û Karpeydakirinê bo Awareyên Filistînî ya NY (UNRWA) got: Rewşa Xezzeyê gellekî bikaresat e.