Ji Ocaxa Derwîş Cemal pîr Hasan Hayrî Şanli û ji Ocaxa Celal Abas jî pîr Zeynel Batar, bertek nîşanî îhaleyên ku ji bo sewalên kovî hatine vekirin dan û ev tişt got in: “Dawiya nêçirvaniyê bela ye. Bila nekin, dev jê berdin.”
Li qada daristanî ya dikeve navbera gundên Derxust, Sîsê, Cinezur û Cimar ên girêdayî navçeya Lîcê şewatê rû da. Ekîbên agirkuj gotin ew der “qada çiyayî ye” û mudaxileyî şewatê nekirin. Hat diyar kirin ku ji ber bayê şewat belav dibe.
Rêveberê Ofîsa Plandarêştin û hevahengiyê ya Erkantiya Vejiyandina Gola Ûrmiyê got: Aniha kûrahiya sedî 60ê Gola Ûrmiyê ji 60 cm kêmtir e.
Birîna daran a ku li çiyayê Cûdî ji aliyê cerdevanan ve ji bo lêkirina qaleqolan tê, gihîşt berwarê bajarê Şirnexê. Niştecihên herêmê, li dijî bêdengiya ji bo birîna daran a ku her carê li herêmekê pêk tê, bi bertek in.
Li Meletiya ji sedî 85ê zerdeliyên cîhanê tê çandin komkirina zerdeliyan dewam dike.
Zozanê Dûmanli ya li navçeya Dîgor a Qersê, malbatên di karê sewalkariyê de zirar kirin, berê xwe dan karên cuda û ji ber vê her sala derbas bû hejmara malbatên derdikevin zozanan kêm bûn û Zozanê Dûmanli ji zindîbûna xwe ya berê dûr ket.
Li Çewligê ji bo nêçîra pezkoviyan destûr hat dayîn.
Penêrê çîçal ê ku li herêma Qers, Erdexan, Agirî û Îdirê çendî sedsal e tê ser sifreyan bi rêbazên edetî tê çêkirin.
Li Wanê 23 cure çivîkên birîndar an jî zêde westiyabûn û ji ber vê hatin dermankirin, berdan çolê.
ola Masiyan a li Agiriyê bi çivîkên koçber xemilî.