Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 113 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 6 kesên din jî jiyana xwe ji dest da.
Îro, gera 15'emîn ya G20 ku cara yekemîne li dewleteke ereban lidar dikeve, wê li Erebistana Siûdî destpê bike.
Li dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ketin ji 58 milyonî derbas bû.
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 841 hezar û 308 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 596 hezar û 136 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
Lîga sereke ya Walîbala Jinan a Îranê bi pêşbirka tîmên beşdar di koma yekem a van pêşbirkan da destpê bû.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê qala Pesendnameya Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê jibo dayîna alîkairya debara jiyanê ya bêberdêl bo derdora 30 miliyon kes heta dawiya îsal (1399 Koça Rojî) kir.
Plana sînordaariyên Koronayî jibo pêşîlêgirtin li belavbûna zêdetir a Vîrûsa Koronayê îro şemiyê li seranserî Îranê destpê bû û dê heta du hefteyan were domandin.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku 88 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 5 jî mirin.
Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 5 hezar û 103 pêketiyên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 141 kes jî bi virûsê mirin ku ev rekorek nû ye.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand; di 24 saetên borî de 567 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 23 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.