Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir ku di 24 saetên dawîn de 100 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesên din jî jiyana xwe ji dest daye.
Tevî pêgirî û teqeziyên zehf ên pisporan derbarê berçavgirtina navbira civakî, danîna maskeyê û şûştina berdewam a destan, lê huinek hema wisa bala xwe nadine ser.
Li seranserê cîhanê hejmara giştî ya pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) 58 milyon û 986 hezar derbas kir.
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 866 hezar û 821 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 610 hezar û 406 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
Li Bazîdê ku ji ber şewba Covîd-19'ê deriyên sînor ji bo sivîlan hatine girtin, her diçe hejmara kesên betal zêde dibe. Welatiyan destnîşan kir ku ev yek ji ber kesên ku dewletê rê dibin pêk tê.
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de da zanîn 17 kesên din bi Koronayê mirine.
Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn 1 hezar û 766 kesên din bi Koronayê ketine û 33 kesên din jî bi Koronayê mirine.
Wezareta Tendirustiya Tirkiyê ragihand di 24 saetên dawîn de 6 hezar û 17 pêketiyên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin ku ev rekorek nû ye û herwiha 139 kesan jî bi virûsê canê xwe ji dest dan.
Serokê Rêxistina Cîhanî ya saxlemîyê roja şemiyê 21.11.202an got ku pêketiyên nexweşiya Korona yên çar hefteyên borî ji yên şeş mehên destpêka belavbûna vîrusê zêdetir bûne.
Li Tirkiye di 24 saetên borî de ji ber vîrûsa koronayê û 135 kesan canê xwe ji dest dan.