Ev vîdyo kêliyên revîna Benyamîn Netanyahû Serokwezîrê Rejîma Siyonîst di dema êrîşa mûşekî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî ser vê rejîmê nîşan dide.
Vîdyoyek ji Kombûna bicoş a xelkê Keşmîrê ji bo terorkirina Şehîd Seyid Hesen Nesrullah Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê.
Filistîniyek li Kampa Cinînê dibêje: Ev peyameke zelal û aşkira ji Kampa Cinînê û ji dilê wan têkoşeran e ku Komara Îslamî ya Îranê pişta wan digire.
Bernameya taybetî êrîşa mûşekî ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî ser Erdên Dagirbûyî yên Filistînê ku demek beriya niha ji Kanala Seherê hat belavkirin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Mesûd Bişikiyan, ji bo hevdîtina fermî ya dualî digel Emîrê Qeterê û herwiha beşdariya li civîna Foruma Diyaloga Hevkariya Asyayê, çû Dohaya paytexta vî welatî.
Seyid Ebas Iraqçî Wezîrê Karên Derve yê Îranê week berteka li hemberî şehîdkirina Seyid Hesen Nesrullah Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê got, Dijminê siyonîst bila ji ber vê yekê kêfxweş nebe, ew divê di xema pêşeroja xwe da be.
Sabrîna Sîng (Sabrina Singh) Berdevka Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê got, Amerîka dikare ji bo zêdekirina ewlehiya hêzên xwe li navçeyê û berevaniya ji Rejîma Siyonîst, eger pêwîst bike dê çend hezar hêzên nû û alavên zêdetir bişîne Rojhilata Navînê.
'Catherine Russell' Birêvebira Cîbecîkar a UNICEF'ê nîgeraniya xwe ji ber rewşa zarokan li Libnanê diyar kir.
Medyayên siyonîst ragihandin ku ji ber êrîşên Hizbullaha Libnanê ser bajaroka El Minareyê li bakurê Filistîna Dagirbûyî, sedî 75ê malan kavil bûne.
Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku Baregeha leşkerî ya Vîktoriyayê ya Amerîkayê li rex Balafirgeha navneteweyî ya Bexdayê berbanga Sêşemiyê ketiye ber êrîşê.