-
Berdevkê Partiyê: Helwestên me yên derbarê hilbijartinên Parlemana Herêma Kurdistanê de neguheriye
Nîsan 26, 2024 13:18Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê got: Em wek Partiya Demokrata Kurdistanê li dijî sîstema niha ya lidarxistina hilbijartinên parlemanî li navçeyê û bêparkirina kêmîneyan ji beşdariya di hilbijartinan de ne.
-
Mûşek û xwefirên Îranê li nîşangeha navneteweyî ya ewlehî û berevaniyê li Iraqê
Nîsan 26, 2024 13:11Nîşangeha navdewletî ya ewlehî û berevaniyê bi beşdariya çendîn welat û şîrktên navxweyî li Bexdayê hat lidarxistin. Komara Îslamî ya Îranê di vê pêşangehê de mînakên pîşesaziyên leşkerî yên mûşekî û xwefirên xwe nîşan da.
-
Êrişa dubare ya siyonîstan ser mizgevta Eqsayê
Nîsan 26, 2024 12:53Bi sedan siyonîstên bajaroknişîn careke din êrişî Mizgevta Eqsayê li bajarê Qudsa dagirbûyî kirin û bêhurmetî li vê cihê pîroz kirin.
-
Îran: Cîhan daxawaza rawestandina cinayetên Rejîma Siyonîst li zîvala Xezeyê dike
Nîsan 26, 2024 12:49Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bal kişand ser rawestandina cinayetên Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezeyê û got: Raya giştî ya cîhanê ji bo rawestandina cinayetên cengê li zîvala Xezeyê pir cidî ye.
-
Endamekî Komîsyona Aborî li Parlemana Iraqê hişyarî da karmendên Herêma Kurdistanê
Nîsan 25, 2024 14:31Endamekî Komîsyona Aborî ya Parlemana Iraqê hişyarî da karmendên Herêma Kurdistanê û ragihand, elektronîkkirina proseya dayîna mûçeyên wan bi rêya bankên taybet ne fermî ye.
-
Mamoste li eyaleta Tênsî ya Amerîkayê çekdar dibin
Nîsan 25, 2024 14:28Yasadanerên eyaleta Tênîs ya Amerîkayê ji ber bêewlehiya zêde li xwendingehên vê navçeyê qanûnek derxistin ku rê dide mamosteyan ku di dibistanê de çekan hilgirin.
-
Reyîsî piştî vegera bo Têhranê: Vê seferê peyameke giring hebû
Nîsan 25, 2024 14:26Serokomarê Îranê piştî vegera ji sefera xwe ya Pakistan û Srîlankayê got: Vê seferê peyameke girîng hebû
-
Êrişa bi xwefiran a Rejîma Siyonîst ser filistîniyan li bakurê Refehê
Nîsan 25, 2024 14:22Çavkaniyên filistînî ragihandin ku xwefirên Rêjîma Siyonîst komek filistîniyan li devera El-Heşaşin li bakurê rojavayê Refehê kirin armanc û di encama vê êrişê de hejmarek şehîd bûn.
-
Qanûndanerê Ewropî rexne li bêdengiya Yekîtiya Ewropayê li hember êrişên vê dawiyê yên Îsraîlê li dijî Îranê girt
Nîsan 25, 2024 06:10Qanûndanerê navdar ê Parlemana Ewropayê, bêdengiya serokê Komîsyona Ewropayê û şermezarnekirina êrişa Telavîvê ser konsulxaneya Îranê li Şamê rexne kir û got: Gelo êdî Yekîtiya Ewropayê bi yasayên navdewletî elaqedar nîne?
-
Zêdebûna hejmara şehîdên zîvala Xezeyê
Nîsan 25, 2024 06:08Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku hejmara şehîdên filistînê ji destpêka destdirêjiyên artêşa Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezeyê li 7ê Cotmehê ve heta niha gihêştiye 34 hezar û 262 kesî.