-
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê: Em li pey parastina rêyên mizakire û berevaniyê ne
Çirî 20, 2026 17:40Berdevkê Wezareta Karên Derve di civîna hefteyî digel medyakaran da, di bersiva vê pirsê ku tevî bêsoziya Amerîkayê çima li ser mizakireyê pêkutî tê kirin, got: Em pêkutî nakin; em li pey parastina rêya mizakire û berevaniyê ne.
-
Iraqçî xîtabî Netanyahu: Me jî digel te karên netemam hene
Çirî 19, 2026 20:45Wezîrê Karên Derve wek berteka li hember devûjenîyên dij Îranê yên serokwezîrê Rejîma Siyonîst, tevî hişyarîdayînê derbarê encamên her kiryareke nû da got: Hişyar bin, Îranê jî digel we karên netemam hene.
-
Ewropa di êgira nerazîbûnan da dişewite
Çirî 19, 2026 20:32Bi berfirehbûna nerazîbûnan li Fransayê bo seranserî Ewropayê, gel li himber nedadmendîyan û zêdebûna têçûyên ardûyê yên ji ber destdirêjîya Amerîkayê li ser Îranê derketin, daketin nav kolanan.
-
Wezîrê Karên Derve yê Îranê: Ji bo berevanîya ji Îranê, em pêşwazîyê li dîplomasîya serfirazane jî dikin
Çirî 18, 2026 17:43Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Me ji berê zêdetir amadetîya berevanîya ji xwe heye, di eynî demê da di rêya dîplomasîyê da bi mercê ku serfirazane û bi parastina rûmetê be û mafên gelê Îranê dabîn bike jî amade ne. Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Îranê jî ragihand: Hêzên çekdar ên Îranê ji bo şerxwaziyeke nû, planeke wêranker ji şerrên 12 û 40 rojî amade kirine.
-
7 kes li Xezzeyê di 24 saetan da şehîd bûn/Hejmara giştî ya şehîdan gihîşte 74 hezar û 475 kesan
Çirî 18, 2026 17:42Bi berdewambûna destdirêjîyên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzeyê, hejmara giştî ya şehîdên vê navçeyê gihîşte 74 hezar û 475 kesan. Ji aliyê din va meytê heftê û pênc şehîdên filistînî ku di êrişên Rejîma Siyonîst da ji destpêka şerr ve hatibûn şehîdkirin di merasimekê da hatin birêkirin.
-
Pêncî û duyemîn komcivîna wezîrên karên derve yên Saziya Hevkariya Îslamî tê lidarxistin
Çirî 17, 2026 20:36Pêncî û duyemîn komcivîna Konseya Wezîran a Saziya Hevkariya Îslamî îro li Bexdayê dest pê kiriye û heta sibê Yekşemîyê didome û mijara Filistînê di serê ewlewîyetên vê civînê da ye.
-
Iraqçî li rex komcivîna Bexdayê digel hevpêşeyên xwe rawêjkarî kir
Çirî 17, 2026 20:15Wezîrê Karên Derve yê Îranê li rex pêncî û duyemîn komcivîna Konseya Wezîrên Karên Derve yên Saziya Hevkariya Îslamî li Bexdayê, digel hevpêşeyên xwe yên ji welatên beşdar hevdîtin pêk anî û derbarê pêwendiyên dualî û alûgorên navçeyî û navdewletî gotûbêj kir.
-
Artêşa Yemenê gihîşte deriyê başûrî yê bajarê Te'izê
Çirî 13, 2026 18:47Çavkaniyên medyayî ragihandin: Hêzên artêşa Yemenê ji çend mihweran gihîştine dorhêla bajarê Te'izê û hevdem ligel pêşniyaza Sena'yê ji bo radestkirina biaştî ya bajêr, pêşdaçûnên meydanî li bereyên Bab el-Mendeb û Lehecê, xetên piştgirîyê yên komên çekdar ên girêdayî Erebistanê dane ber gefê.
-
Barzanî: Hêzên kurd ên dijberê Îranê bi reftareke neberpirsyarane, Herêma Kurdistanê dan ber xetereke mezin
Çirî 13, 2026 18:46Serokê Herêma Kurdistanê, tevî rexnekirina kiryarên komên kurd ên dijberê Komara Îslamî ya Îranê got ku reftarên neberpirsyarane yên van hêzan, Herêm dan ber xetereke mezin û tekez kir ku axa Herêmê divê ji bo gefxwarina li welatên cîran an ketina nav şerrê Amerîka û Îranê neyê bikaranîn. Barzanî di hevdîtina bi Mezlûm Ebdî ra jî li ser piştgirîya xwe ji Sûrîyeyeke aşitîyane û bi-istiqrar
-
Taylandîyan bi mebesta piştgirîya Filistînê kombûnek li dar xistin
Çirî 12, 2026 18:03Komeke çalakvan û nerazîyên taylandî bi kombûna li beramber balyozxana Rejîma Siyonîst li Bankoka paytexta vî welatî, tevî ragihandina hevrêtîya bi gelê Filistînê ra, daxwaza rawestandina tevkujîya sivîlan, bidawîhanîna şîdetan û çareserkirina bilez a rewşa mirovî li erdên filistînî kirin.