Balafireke bêmirov a întiharî ya dewleta Tirkiyê ya dagirker klînîkeke nexweşiyên jinan li navçeya Til Rifet a herêma Şehbayê, hedef girt.
Artêşa Tirkiye bi dronekê derdora bajarokê Til Rifetê li bakurê rojavayê Helebê ya Sûriyê bombebaran kir û ji ber bombebaranê zerar gehişte malekê.
Di êrişa dewleta Tirkiyê ya dagirker û çeteyên wê ya li ser navçeya Til Rifetê de 5 welatî ku di nav de jin û zarok jî hene, birîndar bûn.
Artêşa Tirkiyê amadekariyên destpêkirina operasyoneke leşkerî dikin û ji bo vê mebestê bi sedan çete ji Efrînê vediguhêzînin Girê Sipî.
Hêzên artêşa Tirkiyê çend deverên sivîl li navçeya Şehba ya li bakurê Heleba Sûriyê ku li bin destê hêzên Kurdî de ye bi tundî topbaran kirin.
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê di van kêliyan de derdora bajarokê Til Rifetê û gundê Til Cîcan ê kantona Şehbayê û gundê Til Cemîl ê bakurê Helebê topbaran dikin.
Dewleta Tirkiyê û çeteyên wê Til Rifet da ber topên hawanan. Ji ber êrîşên wan 3 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 6 sivîl jî birîndar bûne.