Bi hewlên balyozxaneya Îranê li Kinyayê û di encama lihevkirinên ku di serdana serokomarê Îranê bo vî welatê Afrîqayê de hatin kirin, 11 kompaniyên berhemanîna dermanên îranî ji Wezareta Tenduristiya Kinyayê belgeya GMP wergirtin.
Lêkolerên warê Nano-pizîşkîiyê yê Îranê nano-pergalên nû ji bo veguhestina armanckirî ya dermên bo hucreyên şêrpenceyê keşif kirin.
Rayedara Nivîsgeha Hevsengkirina Karûbarên Însandostane ya NY'yê îro hişyarî da ku Xeze rastî karesata tenduristiya gelanî hatiye.
Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê got: Îran di warê Ava Giran da di rêza yekem a cîhanê da ye.
Xwarinên kurd ji pêdivî, bandor û xwezaya jiyana wan in.giraniya xwarinên kurd li se sebze, berhemên şîr, pincarên xwezayî, berhemên hevîrî û goşt in.
Adetên şêwaza jiyanê û faktorên tenduristiyê dikarin bandorê li dirêjbûnê bikin.
Xwêdan bersivek fîzyolojîk a normal a laş e û dibe alîkar ku germahiya laş were sererast kirin. Lêbelê, hin kes ji normalê bêtir xwê didin û ev dikare bibe sedema nerehetiya civakî û derûnî.
Behram Eynollahî, Wezîrê Tenduristî û Perwerdehiya Pizîşkî yê Îranê got, "Îran di berhemanîna dermanên Nanoteknolojî yên pêşketî da serkeftî bûye."
Nexweşiya kezeba rûnbûyî rewşek e ku ji ber zêdebûna hilberîna rûnê di kezebê de çêdibe. Di kezeba saxlem de rûneke hindik heye û dema ev mîqdar bigihîje %5 heta 10% giraniya kezeba we, nîşanên kezeba rûnbûyî xuya dibin û ev dibe pirsgirêk.
Heyder Muhemedî Îran, Serokê Rêxistina Xwarek û Dermên a Wezreta Tenduristiyê ya Îranê bi gotina vêya ku li Îranê heta niha sedî 99 ji dermanan li nav welêt tên berhemanîn, got: Vê dawiyê kêmasiya Faktor-8 ji bo nexweşên Hemofîlî pêk hat ku kompaniyeke zanistbingeh a îranî dermanek berhem aniye ku dikare dewsa Faktor-8 bigire.