Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê wek berteka derheqê îdiaya ajansa nûçeyan a Koreya Başûr, got: Têhran li benda kiryarên hestkirî û berbiçav ji aliyê Seulê va ye.
Ismaîl Poloyî, Sergêrê Tîma Neteweyî ya Guleşta Azad a Ciwanan a Îranê ji ber tûşbûna bi Koronayê li nexweşxaneya Taliqanî hat razandin.
Hizbullaha Libnanê Îniyê bi şev bi daxuyaniyekê destdirêjya firokeyên şêrr ên amerîkî ser balefira rêwîhilgir a Îranê li asimanê Sûriyê şermezar kir û ew wek kiryareke têrorîstî da zanîn.
Tîma Fûtbala Pîroziya Têhranê (Perspolîs) piştî teqilbûna qaremaniya xwe di sûperlîga Fûtbala Îranê, cejna qehremaniya xwe li bajarê Mescid Silêmanê li başûrê rojavaya Îranê li dar xist.
Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Dakarê û Wezîrê Tendurustî û Kiryarên Civakî yê Sênêgalê derbarê hevkariyên du welatan di warê pizişkî da şêwirîn.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê û serokwezîrê Iraqê bal kişand ser vê yekê ku pêwendiyên Tehran û Bexdayê joratir ji pêwendiyên du welatên cînar e û desnîşan kir ku serwerî û ewlehiya neteweyî ya Îran û Iraqê ji hevcida nîne û li hevdu girêdayî ye.
Sefîrê Îranê li Moskowê diyar kir ku wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf ji bo gotûbêja bi rayedarên rûs re îro sefera Moskowê paytexta Rûsyayê dike.
Mistefa El-Kazimî, Serokwezîrê Iraqê jibo hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên payebilind ên Komara Îslamî ya Îranê ra, dê sibe anku Sêşemiyê di serê desteyeke payebilind a siyasî û aborî were Têhranê.