Rojnameya Arm Radio îro Çarşemiyê nivîsî: Li gorî belêge û şehediyan di rojên 26 û 27ê Îlona 2020î da, 1000 têrorîstên şerxwaz ji Tirkiyê derbasî axa Komara Azerbaycanê bûne.
Endamên Kongreya Îslamî ya Jinan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku artêşa Tirkiyê û çeteyên wê li dijî mirovahiyê sûcan pêk tînin û bi navê îslamê hewldana qirkirin û çewisandina nasnameya gelan dike.
Serokwezîrê Ermenistanê ragihand ku destwerdana Enqerê di pevçûna Qerebaxê da nîşana hewilda Tirkiyê jibo dewama qirrkirina ermeniyan e.
Wezîrê karên derve yê Misirê Tirkiye tawanbar kir ku çeteyên têrorîst jibo alozkirina aramiya navçeyê bi kar tîne.
Îro Îniyê Rojnameya Azadiyê ya Ermenistanê ji zarê Berdevkê Wezareta karên derve ya vî welatî nivîsî: "Hebûna têrorîstan li Komara Azerbaycanê gefeke ciddî ye jibo tevahiya navçeyê ye"
Wezîrê Derve yê Sûriyê radigihîne, Tirkiye xwe bi zorê wek sponserekî terorê yê serekî li Sûriyê ferz dike û tawanên şer li dijî sivîlan dike.
Çeteyên dewleta Tirkiyê êrişên xwe li ser bakurê Laziqiyê û başûrê Idlibê zêde kirin û hêzên hikumeta Şamê jî çiyayê Tirkman û çiyayê El-Zawiyê yên Idlibê ku terorîst û çeteyên Tirkiyê lê ne, topbaran kirin.
Ajansa Îstîxbaratê ya girêdayê Wezareta Hundirîn a Iraqê ragihand ku li parêzgeha Selahedîn 10 çeteyên DAIŞ'ê girtin.
Grubên terorîst ên ser bi Tirkiyê zarokekî kurd ê Efrînî dikujin û du welatiyan jî direvînin.
Balafirên şer ên Rûsyayê asta bomberbarana herêmên ku terorîst tê de ne, li gel topbarana bejahî ji hêla hêzên hikumeta Şamê ve li dijî herêmên Kensafra, Sifuhin, Fetîra, Filêfil û Bîtîn li başûrê gundewarê Idlibê zêde kir.