QSD`ê ragihand ku hêzên wan kesek ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji kampa Holê direvandin, girtiye.
Rêxistina Lêzanînan a Wezareta karên hundir a Iraqê qala girtina 15 çeteyên DAIŞê li parêzgeha Nêynewayê li bakurê vî welatî kir.
Fuad Husên, Wezîrê karên derve yê Iraqê roja bihurî, 3ê Sibata 2021ê hat Têhranê û digel serokomar, Wezîrê karên derve, Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî û Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ra civiya.
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê qala girtina pênc kes ji jinên koma têrorîst a DAIŞê li parêzgeha Selahedînê li bakurê vî welatî kirin.
Helîkopterên artêşa Iraqê û Hêzên Heşda Şeibiyê 22 çeteyên koma terorîst a DAIŞê li başûrê parêzgeha Kerkûkê kuştin.
Serokwezîrê Iraqê ragihand ku serçeteyekî DAIŞê li vî welatî hatiye kuştin.
Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê yekem konferansa xwe ya nûçeyî bi hilêxistina tawanên idjî Îranê dest pê kir.
Artêşa Iraqê Çarşemiyê bi şev qala girtina sê terorîstên DAIŞê û jinavbirina 7 veşartîgehên vê koma terorîstî li parêzgeha Enbarê li rojavayê vî welatî kir.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê wek berteka li hemberî desteserkirina keştiya petrolê ya Îranê ji aliyê Ajansa ewlehiya deryageriyê ya Endonizyayê, got: Me hin agahiyên dijhev di vî warî da wergirtin, lê em li benda wergirtina lêzanînên zêdetir ji aliyê Endonizyayê va ne.
Di encama êrîşa komên terorîst ser derdora bajarê Helebê, bi dehan welatiyên sivîl hatin kuştin û birîndar bûn.