QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî şaneyên DAIŞ’ê yên li Dêrazor û Hesekê operasyon pêk anîn. Di operasyonan de herî kêm 7 çete û serçeteyekî DAIŞ’ê hatin girtin.
Êrîşa terorîstan sser taxa Tarimiyê li bakurê Bexdayê; herîkêm 9 kes hatin kuştin an birîndar bûn.
Rêxistina Istixbarata Iraqê bi daxuyaniyekê qala naskirin û girtina endamên toreke terorîstî li parêzgeha Kerkûkê kir.
Artêşa Iraqê hejmarek ji şikeft û tonelên çekdarên DAIŞê li başûrê Kerkûkê teqandin.
Berdevkê fermî yê eşîra El-Xewatine ya navçeya Holê Mehmûd Xelef El-Sebah got mayîna çeteyên DAIŞ`ê li herêmê xetereyeke mezin li ser gelên herêmê çêdike û bang li hêzên têkildar kir ku avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyan bilezînin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku operasyona hêzên QSD`ê li geliyê El-Ecîc, di roja xwe ya sêyemîn de dewam dike.
Hejmara goriyên êrîşa terorîstî li dibistaneke Kabulê gihîşte 55 kesî û hejmara birîndaran jî bû 151 kesî.
Çavkaniyên medyayî qala qewimîna teqînekê li bazara bajarê Qayîmê lin parêzgeha Enbarê kirin.
Îro hejmarek çeteyên DAIŞê êrişî zeviyeke petrolê li Kerkûkê kirin û hewl dan bîrên petrolê biteqînîn, lê di navbera wan û hêzên Iraqî de pevçûn derket û di encamê de polîsek hat kuştin.
Wezareta Istixbaratê ya Iraqê qala girtina Waliyê Felûceyê yê koma têrorîst a DAIŞê kir.