Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku 5 leşkerên Rûsyayê li Sûriyê ji aliyê paşmayîyên DAIŞ'ê va hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.
'Hesen Koçer' ji endamên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Sûriyê ragihand: Em dixwazin pirsgirêkan di çarçova Sûriyeya yekparçe da çareser bikin.
Wezareta Karên Derve ya Sûriyê ragihand ku Fransa û alavên wê yên terorîstî armancên xwe li Sûriyê bi dest nexistine.
Endamekî Konseya Parêzgeha Quneytereyê ya Sûriyê û Sekreterê Baskê Partiyê li vê parêzgehê bi gulleya kesên nenas hat kuştin.
Şêwirmenda taybet a Serokkomarê Sûriyê got ku welatê wê di têkoşîna dijî terorîzmê da li hemî gelê cîhanê xizmet kiriye.
Receb Teyyîb Erdogan di bereberê gerra duyem a hilbijartina serokkomartiyê li Tirkiyê got ku Enqere amadekariya vegerandina penaxwazên sûrî bo welatê wan dike.
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê bo cara yekem aşkira kir Sûriye amade ye Biryarnameya 2254an a NY'yê ser xêra berjwendiyên vî welatî bi cih bîne.
Wezîrê Nift û Çavkaniyên Madenê yê Sûriyê bi gotina vêya ku hin çavkaniyên madenê yên nû li vî welatî hatine keşfkirin, ragihand ku welatên bira û hevpeyman weke Îran û Rûsyayê dikarin di vî warî da sermayeguzarî bikin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê bi vê îdiayê ku Enqereyê hevkariya bi dewleta Sûriyê ra ji bo vegeriyana awareyan dest pê kiriye, got: Awareyên sûrî divê bo navçeyên di bin serdestiya Şamê da bên vegerandin.
Li gor çavkaniyên herêmî, li navçeya Şêrawa ya Efrînê, çekdarên grûpa el-Hemzat a ser bi Tirkiyê 400 darên hinaran qut kirine.