Mezlûm Ebdî: Em amade ne bi Şamê re gotûbêjê bikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i355558-mezlûm_ebdî_em_amade_ne_bi_Şamê_re_gotûbêjê_bikin
Serfermandê HSD`ê, ji bilî pêgîriya li ser amadebûna kurdên Sûriyê bona gotûbêja li gel hikûmeta Colanî, basa destpêkirina danûstandinan ji bo vegerandina saziyên hikûmetê bo kurdên Sûriyê û tevlîkirina hêzên HSD`ê di nav Artêşa Neteweyî ya Sûriyê de kir.
(last modified 2025-07-30T13:40:04+00:00 )
Tîrmeh 30, 2025 12:52 Asia/Tehran
  • Mezlûm Ebdî: Em amade ne bi Şamê re gotûbêjê bikin

Serfermandê HSD`ê, ji bilî pêgîriya li ser amadebûna kurdên Sûriyê bona gotûbêja li gel hikûmeta Colanî, basa destpêkirina danûstandinan ji bo vegerandina saziyên hikûmetê bo kurdên Sûriyê û tevlîkirina hêzên HSD`ê di nav Artêşa Neteweyî ya Sûriyê de kir.

Mezlûm Ebdî got, Em amade ne ku saziyên dewleta Sûriyê vegerînin Reqe, Heseke û Dêrezorê û da zanîn ku Şam amade ye ku mafên çandî û zimanî yên Kurdan li rex zimanê Erebî bi fermî nas bike. Wî her wiha danûstandinên bi Colanî, serokê demkî yê hikûmeta Sûriyê, erênî nirxand û tekez kir ku hemû alî li ser parastina yekparçeyiya Sûriyê pêkutiyê dikin û pêkanîna siyaseta nenavendîbûnê nayê wateya parçekirina welêt.