Li hemû dinyayê serdema fûtbolê ya 2021-2022'yan didome lê li Ukraynê ji ber şer lîga îsal bi dawî kirin û ev biryar girtin: "Îsal dê qareman tunebe. Tîm ji lîgê jî nekevin."
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê ragihand: Berfirehkirina NATOyê tu têkiliyek bi armancên qanûnî yên vê peymana leşkerî tuneye.
Cenga Rûsiyê li Ukraynê derbasî roja 61ê bûye û hêzên ûris û ukraynî her yek îdiaya pêşdaçûna di şêrr da dikin.
Wezîrê derve yê Tirkiyê ragihand ku qasa asimanî ya vî welatî li ser hemî balefirên leşkerî û ne-leşkerî yên hilgirê leşkerên Rûsiyê bo Sûriyê hat girtin.
Teqînek li kaneke mîs û çînkoyê (zînk) li Rûsiyê û nêzikî sînorê Qezqistanê qewimî.
Federasiyona Cîhanî ya Avjeniyê (FINA) Evgeny Rylov ji ber beşdariyaa wî ya di meşa alîgirên şêrr di Adara 2022an da, bi qasî 9 mehan ji beşdariya di pêşbirkên navneteweyî da bêpar kir.
Pentagonê ragihand ku Ukraynê ji bo hêzên xwe yên hewayî xurt bike balafirên şer û parçeyên balafiran standine. Li ser hejmara balafiran û welatên ku jê kirîne, agahî nehate dayîn.
Ajansa rûsî ya Interfax'ê roja Sêşemiyê ragihand ku daxwaza venihêrînê li ser hikmê dadgeha Moskoyê derbarê qqedexetiya xebata Meta'yê li Rûsiyê ji ber "Çalakiya zêdegav" dest pê bûye.
Rûsiyê gef li Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) xwar ku eger dest ji dorpêçkirina navçeyên bin kontrola dewleta navendî ya Sûriyê li bajarê Qamişloyê nekişînin, dibe ku Tirkiye careke din êrîşî ser kurdên Sûriyê bike.
Vlodîmîr Zelenskî serokkomarê Ukraynê got: Di heyama heft hefteyan şerê di gel Rûsiyê da derdora 2500 heta 3000 leşkerên ukraynî hatine kuştin û derdora 10 hezar kes jî birîndar bûne.