Hebûna leşkerên Tirkiyê li Komara Azerbaycanê dê berdewam be
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i337472-hebûna_leşkerên_tirkiyê_li_komara_azerbaycanê_dê_berdewam_be
Parlimana Tirkiyê daxwaza serokomarê vî welatî ji bo dewama hebûna leşkerên Tirkiyê li Komara Azerbaycanê pejirand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 04, 2022 07:02 Asia/Tehran
  • Hebûna leşkerên Tirkiyê li Komara Azerbaycanê dê berdewam be

Parlimana Tirkiyê daxwaza serokomarê vî welatî ji bo dewama hebûna leşkerên Tirkiyê li Komara Azerbaycanê pejirand.

Li gorî rapora Armen Pressê, Nûnerên parlimana Tirkiyê pêşniyaza Receb Teyib Erdoxan ji bo dirêjkirina heyama mayîna leşkerên artêşa vî welatî li Komara Azerbaycanê pejirand.

Ev leşker di çarçoveya têgihêştinnameya 11ê Mijdara 2020î li Navenda çavdêriya Hevpar a Rûsiye û Tirkiyê li Komara Azerbaycanê ne.

Bi dengê erê yê nûnerên parlimanê, memûriyeta hêzên çekdar ên Tirkiyê li Komara Azerbaycanê ji 17ê Mijdara 2022an bi qasî salekê hat dirêjkirin.