Katrîn Kolona, Wezîra karên derve ya Fransayê dê serdana Ukraynê bike da yekem wezîrê fransî be ku ji destpêka şêrr va diçe vî welatî.
Balyozê Îranê li Rûsiyê li hevdîtina digel wezîrê karên derve yê Îranê raporek li bara lidarxistina komîsyona hevpar a hevkariyên aborî di navbera her du welatan û berfirebûna peywendiyên Îran û Rûsiyê pêşkêş kir.
Kongreya Amerîkayê dê pakêteke din a 40 milyar dolarî ya alîkariyên leşkerî û mirovî ji bo Ukraynê bipejirîne.
Wezîrên heyîtiyê yên welatên endamê G7ê (Koma 7) di dewama anîna zextan li ser Rûssiyê ragihand ku wan ji bo alîkariya bo Ukraynê pereyek bi qasî 18.4 miliyar dolar terxan kiriye.
Şerê li Ukraynê di halekî da derbasî roja xwe ya 80î dibe ku artêşa Rûsiyê êrîşên xwe ji bo girtina karistana Azovstalê girantir kirine û dixwaze navçeyên pirtir li rojhilatê Ukraynê bixe bin kontrola xwe.
Wezîra karên derve yê Inglîzê daxwaza "Peymana NATOya cîhanî" kir û îdia kir ku damezirandina hevpeymaniyeke wiha derfetê ji bo şopandina rûdanan li navçeya Oqyanûsa Aram û Oqyanpûsa Hindê dabîn dike.
Çavkaniyên rûsî ragihand ku gelê navçeya Xirsonê li başûrê Ukraynê dê heta dawiya sala 2022an derbarê girêdana bi Rûsiyê di çarçoveke qanûnî da biryar bide.
Piştî şerê Rusya û Ukraynê UEFA’yê li hemberî spora Rusyayê hin biryar girtibûn niha hinên din girtin.
Sêrgêyî Lavrov ku demekê wek siyasetvanekî jêhatî rêz lê dihat girtin, hêdî hêdî ev rêza xwe ji dest daye. Axaftina wî di Konseya Mafên Mirovan a NY ku 140 dîplomatî terka salûnê kir, nîşana vê rastiyê ye.
Amerîka 16 helîkopterên şêrr ên Efxanistanê ku pêştir bo Ukraynê hatine veguhestin dide hêzên ukraynî.