Di demekê de ku şerê jînosaydê yê Rejîma Siyonîst li zîvala Xezeyê derbasî roja xwe ya 411-emîn bûye, Wezareta Tendrsutiyê ya Xezzeyê îro amara nû ya şehîd û birîndaran ragehand.
Dîplomatê pilebilind ên Îran û Qeterê di hevdîtina li Têhranê ser pêwîstiya bi dawîanîna jînosayda li Xezzeyê tekez kirin.
Roja Cîhanî ya Zarokan di halekî de tê lidarxistin ku kuştina zarokan li Xezze û Lubnanê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve berdewam e. Mijara ku bûye sedema dilnigeraniya UNICEFê.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê di peyamekê de ji Papa Fransîs xwest ku ji bo pêkanîna aştî û agirbesê û çêkirina derfetekê jibo şandina alîkariyên mirovî bo xelkê Xezzeyê bikeve tevgerê.
Raporterê taybet yê berê yê NY li karûbarên mafên mirovan li erdên Filistînê ragihand ku piştgiriya Waşîngton û Berlînê hokara sereke ya dewama dagirkerî ûjînosayda Rejîma Siyonîst li Xezzeyê ye.
Erdogan cardin bi redkirina nûçeyên medyaya opozisyona Tirkiyê ser qutkirina peywendiyên bazirganî bi rêjîma Israîlê re tekez kir.
Wezîrê karên derve yê Sûriyê got: Kêşeya giran a nika ya Rejîma Îsraîlê li navçê di çarçoveya projeyeka kevn a amerîkî û siyonîstî da bona guherîna navçê ye.
Wezareta tendirustiyê li Zîvala Xezzê di roja 410`an a jînûsayda li Zîvala Xezzê da basa jordaçûna hejmara şehîdên ji ber êrişên Rejîma Siyonîst kir û ragihand ku ev hejmar rabûye 44 hezar kesî.
Sênatorê serbixwe yê Amerîkayê ji xwe mukur hat ku hikûmeta vî welatî li cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzê bi vê rejîma re hevkarî kiriye û got: Divê hevkarîya Amerîkayê bi cinayetên Îsraîlê li Xezzê bi dawî bibe.
Wezîrê karên derve yê Îranê, amaje bi êrîşa vê dawiyê ya Rejîma Israîlê ser Îranê kir û got: Komara Îslamî ji mafê xwe yê berteknîşandayînê derbas nebûye û dê di dema xwe de û bi şêwazeke guncaw bersiva vê êrişê bide.