Berpirsê siyaseta derve ya YE dilgiraniya xwe ji ber binpêkirina agirbesê ji aliyê hêzên Ermenistan û Azerbaycanê û êrişa ser xelkê sivîl da diyarkirin.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê mixabiniya xwe ji ber binpêkirina agirbesa ragihandî navbera Komara Azerbaycanê û Ermenistanê diyar kir.
Rojnama El-Nehar a Lubnanê nivîsiye ku dewleta Tirkiyê hewal dide ku agirbesta li Qerebaxê di seatên yekemîn de bi dawî bike.
Şerê Ermenistan û Azerbaycan piştî ku agirbest hat ragihandin ya bi navbeynkariya Rûsyayê careke din dest pê kir.
Wezîrê Karên Derve yê Azerbaycanê Cîhûn Bayramov duh ragihand ku dê agirbest piştî pevguherîna cenazeyên her du aliyan bi dawî bibe.
Piştî ragihandina agirbesê navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê li navçeya Qerebaxê, welatiyên ser sînor ên Îranê kêfxweş bûn.
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê berbanga Şemiyê qala lihevkirina Komara Azerbayanê û Ermenistanê jibo rawestandina pevçûnan û pêkhatin aagirbesê li navçeya kêşeliser a Qerebaxê kirin.
Wezareta Derve ya Rûsyayê, îro ragihand ku Ermenistan û Komara Azerbêcan tevlêbûna xwe ji bo danûstandinên li Moskovayê ragihandin.
Şerê di navbera Ermenistan û Azerbêcanê de dewam dike û hejmara kuştiyên her du aliyan zêde dibe. Wezareta Parastinê ya Ermenistanê îro daxuyand ku 26 leşkerên wan hatine kuştin.
Wezareta Parastinê ya Qerebaxê ragihand ku ji destpêka şerê li hemberî Azrebaycanê ve, 350 leşkerên artêşa wê hatin kuştin.